STENBOL – Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê roja yekşemê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin bang li her kesî kir û got: “Wê sibe li Stenbolê bibe roja paşvebirina îktîdara AKP-MHP’ê. Wê roja li ser gelê Stenbolê hiltê hemû Tirkiyeyê germ bike. Em faşîzmê paş ve bixin, tecrîdê bişikînin. Em ê teqez bi ser bikevin.” Li Stenbolê, wê roja yekşemê bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser bikevin, em tecrîdê bişikînin” li Qada Bazarê ya Bakirkoyê Newroz bê prozkirin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek her kesî vexwand qadê û got: “Wê sibê milyonek dil bi hev re biqîrin û bibêjin ew polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê pêk tên û li tevahiya civakê berbelav bûne qebûl nakin.” Çîçek, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd yenê ne pêşeroja gelê kurd, wê pêşeroja hemû gelan tarî bike û got: “Çareserkirina vê pirsgirêka ku bûye pirsgirêka cîhanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê wateya wekhevî, edalet û yekîtiyeke birûmet. Her wiha neçeraserkirina vê pirsgirêkê jî tê wateya rêveberiya îktîdarên despotîk û andtî-demokratîk.” Çîçek, bilêv kir ku di peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo Nerozê de ev diyalektîk bi awayekî aşkere dixuyê. Çîçek, diyar kir ku Ocalan bi boneya Nerozê tim bal dikişîne ser yekîtiya gelê kurd û hevgiriya gelan û ji bo gelên Rojhilata Navîn bal dikişîne ser pêvajoyeke ronî. ‘BIHARA GELAN’ Çîçek, destnîşan kir ku Ocalan Newrozê wekî roja aştî, demokrasî û wekheviyê û biha gelan ya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn esas digire û got: “Loma divê ruhê Kawayê Hesinkar wekî ruhê hemû gelên berxwedêr bê dîtin û bê rojanekirin. Her wiha divê mirov hay ji zalimên niha jî hebe û ev derkeve holê. Di vê çarçoveyê de Ocalan hikûmeta AKP û MHP’ê wekî hikûmeta şerê taybet dinirxîne. Bang li gelê kurd û gelên din dike ku dengê xwe nedin vê îktîdara şerê taybet. Çimkî dengdayîna vê hikûmetê tê wateya daxilbûna lîstikên hegemonyaya navdewletî û NATO’yê.” ‘EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’ Ç,çek, anî ziman ku Newroza îsal pir girîng e û bang li her kesî kir ku li dijî tekparêziyê têkoşîna piralîbûnê, li dijî şer têkoşîna aştiyê, li dijî faşîzmê têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin. Çîçek got: “Wê berxwedana jina azad a bi pêşengiya Leyla Guven, di Newroza Stenbolê de xwe bigihîne têkoşîna gelên bindest, têkoşîna demokrasî û azadiyê. Wê sibê milyonek dil bi hev re biqîrin û bibêjin ew polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê pêk tên û li tevahiya civakê berbelav bûne qebûl nakin. Wê sibe li Stenbolê bibe roja paşvebirina îktîdara AKP-MHP’ê. Wê roja li ser gelê Stenbolê hiltê hemû Tirkiyeyê germ bike. Em faşîzmê paş ve bixin, tecrîdê bişikînin. Em ê teqez bi ser bikevin.” MA / Sadiye Eser Parve bike:
Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
