Zanyaran tespît kirin ku cîhan ji berê zûtir dizîvire û roj jî ji 24 saetan kêmtir e.

Li gorî nûçeya LîveScîence, di 19’ê Tîrmeha 2020’î de rojek ji 24 saetan bi 1.4602 mîlîsaniyeyê kêmtir dewam kir.

Ev rêje, ji salên 1960’î dema qeydkirina asta zîvirandinê ya cîhanê û vir ve, weke roja herî kin hate qeydkirin.

Bi vê keşfê re, êdî rojek bi 0.5 saniyeyî ji 24 saetan kêmtir e. Lewma nîqaşê destpê kir ku saniyeyên rojekê divê bên guhertin yan na.