25 ciwanên Kurd yên tevlî nava refên Gerîla bûn, li çiyayên Kurdistanê dewreya perwerdeyê qedandin.
Hat diyar kirin ku şervanên nû bi îdîa û kelecaneke mezin belgeyên xwe yên mezûniyetê girtin û daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd di pêvajoya hebûn û tinebûnê de ye, bi taybetî jî şerekî taybet li dijî ciwanên Kurd tê meşandin. Dijminê dirrinde, hewl didin ku bi vî rengî ciwanên Kurd ji rastî û lehengiya wan dûr bixînin. Dixwazin ciwanên Kurd bikin amûrên mekanîk ku xizmetê ji sîstemê re dikin.
Ciwanan destnîşan kirin ku ew naxwazin di nava vê sîstemê de bijîn ku mirovan vediguherîne mîna robot û koleyan û gotin; Yekane cihê ku em lê bijîn çiyayên Kurdistanê ye û Tevgera Azadiyê ye. Li ser vê bingehê em tevlî nava refên Gerîla bûn.
Em weke 25 hevalan, me Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal bi rengekî serketî qedand. Bi aqil û îdeolojiya Apoyî, ku me ji vê dewreyê wergirt em ê xwe kûr bikin. Me dîsîplîna leşkerî, çand û exlaqê Apoyî nas kir. Em ê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşîna têkbirina dijminê dirrinde.
Em bang li ciwanên Kurd, Ereb û Rojhilata Navîn dikin ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin. Li dijî wê sîstema qirêj rabin. Êdî bes e.”
Gerîlayên nû, piştî daxuyaniyê dirûşme berz kirin û berê xwe dane qadên kar.