Serokê Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Reed Dehlekî diyar kir ku nebûna ximzetguzarî, asayîş û pirsgirêkên eşîrtî sedemin ku koçber nevegerin li ser warên xwe.


Piştî ku di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelek navendên Iraqê kirin, bi taybet Mûsil û Şengalê bi sedhezaran kes koçî Herêma Kurdistanê û deverên cuda ên Iraqê bûn. Li gorî daneyên Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê ji sala 2014’an heta 2019’an tenê ji Parêzgeha Nînowa 448 hezar û 570 malbat koçber bûn. Heta niha tenê ji sedê 29 vegeriyane li ser warên xwe.

Serokê Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Reed Dehlekî têkildarî sedema venegera koçberan a li ser warên xwe ji Rojnews’ê re axivî û got; “Nebûna ximzetguzarî, asayîş û pirsgirêkên eşîrtî sedema venegera koçberan e. Lê, hinek aliyên siyasî jî hene, kar li ser venegeran koçberan dikin.  Xanî û milkên wan dagir dikin.”

Dehlekî eşkere kir ku hikûmet gelek sozan dide, lê tiştekê bi cih nayîne.

Serokê Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Reed Dehlekî bal kişand li ser sozên hikûmeta Adil Ebdulmehdî dike û got; “Eger sozên xwe yên ji bo vegerdina koçberan li ser cihê wan pêk neyîne, em ê lêpirsînê li gel bikin.”

(ab)