Çînê di aliyê keşfên fezayî de gaveke nû ya dîrokî avêt û sondayeke fezayê li rexê tarî yê Heyvê bi cih kir. Sondaya fezayê ji baregeha eyaleta Sîçûanê meha Kanûnê hatibû firanndin. Beriya niha jî rexê tarî yê Heyvê bi alîkariya peykan hatibû dîtin, lê cara pêşî ye ku sondeke fezayê li herêma navbirî danî. Heyv bi cihanê re bi heman rîtmî di 29 roj û nîvan de li xwe difitile. Ev rewş jî nîşan dide bê ka çima nîvê Heyvê bi çav nayê dîtin. Ajansa nû ya Çînê wêneyê rengîn ê kratera rûyê heyvê weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN