Bi ‘qedexekirina PKK’ê re ku 26’ê Mijdara 1993’an bi destê Wezîrê Karên Hundir Manfred Kanther bi cih hate anîn, ji bo tundiya dewletê ya li dijî Kurdan hincetek hate afirandin. 

Sembol û dirûşmên tevgera azadiyê ya Kurd, pîrozbahiyên Newrozê, şevên çandî bi rengekî kêfî ji aliyê polîsan ve hatin qedexekirin. Zexteke giran li aktîvîst û şoreşgerên Kurd hate kirin.

Kurdên ku nekarîbûn êdî xwe li zexta dewletê rabigirin wê bedena xwe dabûna ber agir û qedexe û siyaseta krîmînalîzasyonê şermezar bikira, ciwanên Kurd ji ber ku afîşên ‘qedexekirî’ daliqandin wê bi fîşeka polîsan bihata kuştin, çalakgerên greva birçîbûnê ku çalakiya herî bêparastina mirovahiyê ye wê bibûya hedefa zilma polîsan, faşîstên Tirk wê pişta xwe bidan qedexeyê û li nava kolanan Kurd qetil bikira. Agirê destpêkê yê berxwedana li dijî siyaseta qedexeyê ya dewleta Elman, wê ji aliyê du jin ên ciwan ve bihata vêxistin… Kurte çîroka Kurdên ku ketin ber qedexeya li Elmanyayê ku weke ‘kuştina siyasî ya Kurdan’ kete dîroka nêz a Elmanyayê:

RONAHÎ Û BÊRÎVAN: Piştî qedexeya sala 1993’an, pîrozbahiyên Newrozê yên li tevahiya Elmanyayê, bi fermannameya dewletê ya 20’ê Adara 1994’an re hatin qedexekirin. Kurdên ku ji ber qedexeyê bi hêrs bûbûn, nerazîbûneke tund nîşan dan. Rêyên navbera bajaran li dijî Kurdan hatibûn asêkirin, li hemberî vê yekê jî çalakgerên Kurd dest bi girtina rêyan kirin. Ya ku qedexe bi rengekî tund bi cih anî, mîna niha Eyaleta Bayernê bû. Li Bayernê 500 Kurdên wê demê tevlî çalakiyan bûn hatin destgîrkirin û ketin ber lêpirsîneke ku wê bi salan dewam bikira.

Li dijî wê helwesta tund a Elmanyayê, bi taybetî li dijî qedexekirina Newrozê, di 21’ê Adara 1994’an de li bajarê Mannheîmê aktîvîstên jin ên Kurd Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) bedena xwe dan ber agir.

Ji bo merasîma cenazeyên her du aktîvîstên Kurd asteng bikin, ji tevahiya Elmanyayê 30 hezar polîs ketin nava liv û tevgerê. Ji bo Kurd negihêjin Mannheîmê rêyên bajêr hemû hatin girtin, lê belê tevî vê yekê jî derdora 10 hezar kes tevlî merasîmê bûn.

HALÎM DENER: Çîroka vî ciwanê 16 salî ji navçeya Dara Hênê ya Çewlikê dest pê kiribû. Halîm Dener di mehên destpêkê yên sala 1994’an ji şerê li Kurdistanê reviya bû û gihîştibû Elmanyayê. Li gorî wî jiyana wî êdî ewle bû. Difikirî ku eger bi navê xwe serlêdana penaberiyê bike, dewleta Tirk wê bi vê bihese û zextê li malbata wî ya li Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê di meha Gulanê de bi nasnameyeke cuda bi navê Ayhan Eser serlêdana penaberiyê kir. Sala ku ew hat Elmanyayê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd salên germ bû. Bi qedexeya PKK’ê ya 26’ê Mijdara 1993’an re sembolên siyasî yên Kurdan hatin qedexekirin, piştre komeleyên Kurdan hatin girtin.

Dem, şeva 29-30’ê Hezîrana 1994’an bû. Saet derdora 23:00 bû. Komek ji ciwanên Kurd li qada Steîntor a bajarê Hannoverê li hev kom bûn û dest bi daliqandina afîşên ji ala Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) kirin. Wê kêliyê polîsekî bi kincê sivîl ji wesayitê peya bû û pişt ve gule berda ciwanên Kurd. Fîşekek ji çeka polîsê bi navê Klaûs T. derket li pişta Halîm ket. Polîsê kujer ji cihekî nêz ve gule berdabû Halîm.

Halîm ku bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Rojek piştî vê êrişê bi hezaran kes herikîn Hannoverê û dîwarê ku Halîm afîş lê daliqandibû bi alên ERNK’ê xemilandin. Piştî çend rojan jî bi merasîmeke cenaze ya ku bi deh hezaran kes tevlî bûn cenazeyê Halîm bi alên ERNK’ê hate xemilandin. Bûyera kuştinê ketibû rojeva Elmanyayê. Polîsê ku Halîm kuşt endamê Yekîtiya Operasyonên Taybet bû. Lewma ji aliyê heval û fermandarên xwe ve dihate parastin. Tevî ku ji çend metreyan gule berda, hevalên wî di raporê de wiha nivîsandibûn, ‘bi qezayê fîşek berda’. Doza Halîm bi salan dewam kir. Sala 1997’an ji Dadgeha Eyaletê ya Hannoverê biryarek ji bo nixumandina bûyerê hate dayin: “Bersûc di rewşeke awarte de di nava stresê de bêyî bixwaze fîşek berda.”

GULNAZ BAGISTANÎ: Di havîna 1995’an de ji bo piştgirî ji greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê dayin, li gelek deverên cîhanê grevên birçîbûnê dest pê kir. Li bajarê Berlînê yê Elmanyayê jî greva birçîbûnê li qada Kûdammê hebû, lê di roja 8’an de bû hedefa polîsan. Çalakger ji bo helwesta polîsan şermezar bikin di germa Tîrmehê de bi 8 kîlometreyan heta komeleya Kurdan meşiyan.

Gulnaz Bagistanî ku dayika 5 zarokan bû û bû hedefa polîsan di 27’ê Tîrmeha 1995’an de jiyana xwe ji dest da. Nêzî 20 hezar kes tevlî merasîma veşartina cenazeyê Gulnaz Bagistanî bû.

SEYFETTÎN KALAN: Di 3’ê îlona 1995’an de ciwanê Kurd ê 21 salî Seyfettîn Kalan li bajarê Neûmunsterê ji ber êrişeke komeke faşîstên Tirk jiyana xwe ji dest da. Heman demê li bajarên Ûlm, Bîelefeld û Mulheîmê jî qadên Kurdan ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin. Kujerên Kalan jî tenê ji ber hilgirtina çekê ya bêdestûr hatin cezakirin û piştî demeke kurt hatin berdan.

ERCAN ALKAYA: 2 sal piştî kuştina Seyfettîn Kalan ciwanekî din ê Kurd bû hedefa faşîstên Tirk. Li bajarê Kîelê Ercan Alkaya di 3’ê Çileya 1997’an de bi fîşeka faşîstên Tirk hate kuştin.

ESER ALTINOK: Eser Altinok ku zarokê malbateke ji bajarê Çewlikê bû li Berlînê mezin bû. Di destpêka salên 1990’î de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Ji ber hin sûcên ku berê kiribû, polîsan şantaj lê kirin û ew girtin. Altinok ê 21 salî ku îtirafkarî lê dihate kirin, der barê hevrêyên xwe de agahî da polîsan. Lê belê polîsan dest ji wî berneda û vê carê zor da wî ku di dozên dijî PKK’ê de şahidiyê bike. Eser Altinok di rojên destpêkê yên sala 1998’an de ji bo dawî li jiyana xwe bîne benzîn vexwar û li nexweşxaneya leşkerî ya Koblenzê di 5’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Altinok di nameya xwe de li pey xwe hişt wiha digot: “Ti carî nebûm hêjayî PKK’ê. Ez ê ne kesekî, lê ez ê çînekê bişewitînim, ez ê emperyalîzma di nava xwe de bişewitînim, ez dixwazim dilê xwe bikim xwelî. Eger ez benzînê vexwim wê demê ez ê dilê xwe jî bişewitînim.”

HASAN AKDAG: Hasan Akdag ku li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû di rojên dawî yên sala 1996’an hatibû Elmanyayê. Piştî ku demekê kete nava çeteyên narkotîkê sala 1997’an di Newrozê de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û demekê tevlî kar bû. Lê belê piştî ku serlêdana wî ya penaberiyê hate redkirin hate destgîrkirin û ji bo li Tirkiyeyê bê vegerandin ew şandin girtîgeha li Lîngenê. Di 30’ê Gulana 1998’an de ji bo dersînorkirinê û zextên li Kurdan şermezar bike, bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe de wiha digot, “Jiyana min a beriya PKK’ê sûcên narkotîk û krîmînal bû. Ji malbata min bêhtir, PKK ji min re bû alîkar ku min ji nava vê çiravê rizgar bike.”

CEBELÎ HOCA: Cebelî Hoca ku ji Başûrê Kurdistanê bû, penaberekî siyasî yê li Elmanyayê bû. Ji bo zextên li Kurdan şermezar bike, salvegera rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê hilbijart. Di 14’ê Tîrmeha 1998’an de li bajarê Bochûmê bedena xwe da ber agir.

BARZAN OZTURK (MÛRAT): Şoreşgerê Kurd Barzan Ozturk (Mûrat) ku Tebaxa 1998’an li sînorê Hollandayê hate destgîrkirin, ew şandin girtîgeha Stamheîmê. 8 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, piştre biryara berdana wî hate dayin. Lê belê bi îdîaya ku di dema serlêdana penaberiyê de agahiya şaş da, mafê wî yê rûniştinê hate betalkirin. Barzan Ozturk şandin girtîgeha dersînorkirinê ya li Stûttgartê lê di 1’ê Mijdara 1998’an de ji bo şermezarkirina polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî Kurdan û şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bedena xwe da ber agir. Ozturk di 4’ê Çileya 1999’an de li nexweşxaneya leşkerî ya li Koblenzê jiyana xwe ji dest da.

4 KURDÊN HATIN KUŞTIN: Ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 17’ê Sibata 1999’an de ber bi Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê meşeke girseyî hate lidarxistin. Lê belê ji ber ku fîşek ji konsolosxaneyê hate reşandin Kurdistaniyên bi navê Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û Sînan Karakûş (Serhat) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 13 Kurd jî birîndar bûn.

HAMZA POLAT: Çîroka Hamza Polat ê 28 salî yek ji çîrokên ciwanên Kurd e ku kete nava tora sîxuriyê ya MÎT a Tirk. Polat ku li bajarê Aûsbûrgê bû di sala 1994’an de di yek ji çalakiyên weke ‘bûyerên otobanê’ dihate pênasekirin hate destgîrkirin û zextên sîxuriyê yên polîsan qebûl kir. Bi piştgiriya sîxurên MÎT’ê yên li konsolosxaneya Tirk a li Munchenê kete tora sîxuriyê ya polîsan. Piştî demekê dest ji vî karî berda û bi girtinê û desteserkirina pasaporta wî gef lê hate xwarin. Di 8’ê Adara 2000’î de li pêşiya avahiya Reîchtagê ya dîrokî ya li Berlînê benzîn bi ser xwe ve kir û bedena xwe da ber agir. Malbata wî wê demê ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir ku dewleta Elman berpirsyarê mirina kurê wan e.

Sibe: Nîlufer Koç: Hincetên dewleta Elman ên ji bo qedexeyê êdî bi kêr nayên