Aktivîsta TJA’yê Narîn Gezgor da zanîn ku Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike bi salane têdikoşe û got: “Fikir û ramanên Ocalan ji bo civakê û paşerojê, çareseriya demoratîk a alternatîf e. ” Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Narîn Gezgor tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Gezgor anî ziman tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in bi awayek sîstematîk berdewam dike û wiha axivî: “Dema ku em li şert û mercên greva Îmraliyê dinêrîn dibînin ku Birêz Ocalan hatiye îzolekirin û têkiliyên ji derve hatine qut kirin. Ev lingek taybet ê tecrîdê ye. Di sala 2013-2015’an de bi pêvajoya ku Ocalan dabû destpêkirin bêhn hate ber gelê Tirkiyeyê. Piştî ku pêvajoya aştî û demokrasiyê hate xirakirin, tecrîda mutlak carek din xwe nû kir û li ser tevahiya gelan belav bû. Bi vê pêvajoyê re hemû hevdîtin û têkiliyên di nava girtîgehê de jî hatin birîn. 3 girtiyên ku weke sekreterya çûbûn wir jî nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
‘Civak bi ramanên Ocalan rêya xwe dibîne’
