Kordînasyona Civaka Êzidî ya Şengalê destnîşan kir ku PDK hewl dide qaymaqamê beriya fermanê ku gel bi tenê hiştibû û reviyabû, careke din bişîne Şengalê. Kordînasyonê diyar kir ku ew qaymeqamek girêdayî aliyek siyasî naxwazin û ji Hikûmeta Iraqê xwest ku îradeya gel esas bigire.
Hat ragihandin ku PDK’ê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re li ser Qaymeqamtiya Şengalê hevdîtin pêk aniye. Hat gotin ku di hevdîtinê de biryar hatiye girtin ku qeymaqamê beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji Şengalê reviyabû yê girêdayî PDK’ê careke din wekî Qaymeqam biçe Şengalê. Tê gotin ku qaymeqamê bi navê Mihemed Xelîl, dê îro biçe Şengalê. Ev hewldan di nava civaka Êzidîyan de bû sedema nerazîbûnan.
Kordînasyona Civaka Êzidî ya Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û nerazîbûna xwe nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Şengal di nava 3 salan de 2 caran ji aliyê PDK’ê ve hatiye terikandin û radestkirin û wiha hat gotin: “PDK’ê hêzên xwe yên leşkerî tevî rêveberên xwê ji Şengalê vekişandin. Lê 3’yê Tebaxa 2014’an gelê me û tevahiya Şengalê radestî DAIŞ’ê kir û bû sedema komkujî, koçberî û revandina bi hezaran kesan. Piştî ku Şengal hat rizgarkirin, PDK’ê xwest ku Şengalê careke din bixe bin desthilatdariya xwe û demek dirêj li Şengalê ma. Lê tu xizmetekek ji Şengal û civaka me re nekiriye. Dema ku Heşdî Şehbî di 18’ê Cotmeha 2017’an de ket Şengalê jî, PDK’ê wekî 3’yê Tebaxê Şengal vala kir û Qeymeqam û rêveberên xwe, hêzên leşkerî vekişandin.”
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî van rastiyan jî PDK niha careke din dixwaze rêveberiya Şengalê û bi taybetî qaymeqamtiya navçeyê di destê wan de be. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDK’ê bi Hikûmeta Iraqê re lihevkirinek çêkiriye ku endamekî xwe wekî qaymeqam bişîne Şengalê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew wekî Civaka Êzidî vê biryarê di cîh de nabînin, bi taybetî jî qaymeqamekî girêdayî aliyekî siyasî ya wekî PDK’ê naxwazin û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku îradeya gel nas bike, biryareke li dijî gel nede.