Civîna salane ya giştî ya fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navenda Fermandariya QSD`ê ya li bajarê Hesekê dest pê kir.

Bi dirûşma “Ji tunekirina terorê ber bi çespandina aramiyê ve” civîna salane ya fermandarên QSD`ê, bi beşdarbûna 600 delege ji YPG, YPJ, Ceyş El-Siwar, Lîwa Şemal Demokratîk, Cebhet El-Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Senadîd, her wiha mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, axaftina vekirinê ji aliyê fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ve tê kirin.

(kc)

ANHA