Tecrîda li ser Ocalan didome, her wiha ji bo azadiya Ocalan çalakiyên kurdistaniyan jî li her derê didomin. Bi vê armancê dê ciwanên kurd ên Almanyayê di 2’yê îlonê de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê serî rake, Rêber Apo azad bike’ dest bi Meşa Dirêj bikin. Bi heman boneyê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de jî dê HDP li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê pêk bîne

Kurd dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê li Kurdistan û Ewropayê dakevin qadan. Li Almanyayê ciwan bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê serî rake, Rêber Apo azad bike’ dest bi meşa dirêj dikin. Meşa Dirêj ku 2’yê Îlonê li Dortmûndê dê dest pê bike, 7’ê Îlonê li Dusseldorfê bi dawî bibe. Koordînasyona Ciwanên Azad têkildarî çalakiyê bi daxuyaniyê bang li ciwanên kurd, şoreşger, demokrat, enternasyonalîst kir ku tev li meşê bibin û têkoşînê geş bikin.

HDP dê di 1’ê îlonê de li Amedê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng li dar bixe û di mîtîngê de dê tecrîd were şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan were kirin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Rihayê axivî û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, cejn dê bi xêr û xweşiyê neyê pîrozkirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Stenbolê cejna gel pîroz kir û destnîşan kir ku rojeva herî girîng tecrîd e û ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pêwîst e tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Almanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê serî rake, Rêber Apo azad bike’ dest bi Meşa Dirêj dikin. Hat zanîn ku dê meş di 2’yê îlonê de li Dortmûndê dest pê bike û dê di 7’ê îlonê de jî li Dusseldorfê bi dawî bibe.

Têkildarî çalakiya ku dê 6 rojan bidome, Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku tev li meşê bibin û têkoşînê geş bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serî de Kurdistan, xaka Rojhilata Navîn her tim ji bo şerên desthilatiyê weke qad hatiye diyarkirin. Koordînasyonê da zanîn ku bi paradîgmaya Ocalan re hevsengî û tifaqên vî şerê ku tim diguhere, xera bûye.

Asta berxwedana Ocalan

Di berdewama daxuyaniyê de koordînasyonê daxuyand ku Rêberê wan di bin esaretê de ye û mînaka tecrîda li ser Rêbertiya wan di cîhanê de nîn e û daxuyanî wiha dom kir: “Dev ji têkiliyeke Rêbertiya me ya bi gel re berdin, nahêlin ku tenê bi mirovek an jî parêzerên wî re jî hevdîtinek çêbibe. Di nav şertên wiha de ku mirov nikare bêhn bistîne, asta berxwedana Rêbertiya me diyar dibe.”

Banga tevlêbûna meşê kirin

Daxuyaniya Koordînasyona Ciwanên Azad bi van gotinan bi dawî bû: “Meşa me ya dirêj dê di 2’yê îlonê de li bajarê Dortmûndê dest pê bike. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên şoreşger dê bibêjin ‘serî hilde’ û li dijî faşîzmê rola xwe ya dîrokî pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên şoreşger, demokrat, enternasyonalîst dikin ku tev li Meşa Dirêj bibin û li dijî faşîzmê dengê azadiyê û berxwedanê bilind bikin.”