Li bajarên Berlîn û Hannoverê yên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN’ê komploya navneteweyî şermezar kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di salvegera 22’an a komploya navneteweyî de çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.

Aktîvîstan pankartek bi pira li kolana Spandaû-Berlînê ve daliqandin. Ciwanan pankarta bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîsa “Free Ocalan” daliqandin, fîşekên hewayî teqandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” qîriyan.

HANNOVER

Di salvegera 22’an a komploya navneteweyî de li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyek pêk anîn.

Ciwan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala TCŞ’ê ketin hundirê trenan û daxuyanî xwendin.

Ciwanan bang li gelê Elman kirin ku bêdeng nemîne û li ber hevkariya dewleta Elman a bi dewleta Tirk re rabin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li qada Belle de Maî, bi şiyara ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeiryê re, bi hev re serhildan” aktîvîstên TCŞ’ê mîtîngek li dar xistin.

Di çalakiyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Ciwanan di çalakiyê de wêneyên Ocalan û ala PKK’ê hildan û berxwedana gerîla ya li Garê silav kirin.