Komek ji ciwanan li Cizîrê agir dadan û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kirin.

Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komek ji ciwanan çalakiya protestoyî kirin. Ciwan li du deverên taxa Cûdî li hev kom bûn û agir dadan.

Piştî demeke kurt gelek wesayitên zirxî û arkuj sewqî herêmê hatin kirin. Agirê ku ciwanan dadan ji aliyê arkujan ve hate vemirandin. Lİv û tevgera polîsan a li taxê heta derengiya şevê dewam kir.