Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên TCŞ’ê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ de meşek pêk anîn û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê meşiyan.

Ciwanên ku li Belle de Maî li hev kom bûn, bi wêneyên Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi hev re serhildan”, al û posteran meşiyan.

Di meşê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û dûyê ji rengê kes, sor û zer hate bilindkirin.

Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû.