Ciwanên Binarê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Di çarçoveya Pêngava Seferiya Heftanînê de ya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ciwanên Binarê Qendîlê jî zend û bend ba dan.
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Ciwan li gundên herêmê digerin û ji bo vê armancê îmzeyan kom dikin.