Ciwanên Binarê Qendîlê, li hember êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Heftanîn bi daxuyaniyek helwesta xwe diyar kirin. Ciwanan gotin, “Em ji bo parastina xaka xwe amade ne.”
Ciwanên Binarê Qendîlê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan.
Ciwanan diyar kirin ku ew zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka wan qebûl nakin û gotin, “Bi navê Ciwanên Binarê Qendîlê, em helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirk eşkere dikin. Ji bo parastina xaka xwe em amade ne.”
Daxuyanî bi qîrîna dirûşma “Bijî berxwedana Heftanînê” bi dawî bû.