Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” her diçe berfireh dibe.

Rêxistina ciwanên sosyalîst Abahlalî base Mjondolo ya 120 hezar endamên wê hene, Civîna xwe ya Giştî li dar xist.

Di civînê de pêngava azadiya Rêber Apo hate silavkirin.

Serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Sibû Zikode, têkoşîna gelê Kurd silav kir û got:

Çawa ku me ji Mandela re gotibû rêber, îro jî Abdullah Ocalan ji bo me rêberê azadiyê ye.

Ciwanên Afrîkî bang li herkesî kirin ku ji bo azadiya rêber APO têkoşînê mezin bikin.