Enternasyonalîst di çarçoveya projeya “Make Rojava Green Again” de li Cenevreyê li hev civiyan. Ciwanan serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Koçak kirin û gotin, tecrîd wê bi piştevaniyê ji holê bê rakirin.
Bi pêşengiya Komuna Enternasyonalîst a Rojava, ji gelek welatên Ewropayê ciwan di çarçoveya projeya “Make Rojava Green Again” (Rojava jinûve şîn bike) de li hev civiyan. Ciwanan li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê kampek ji bo 2 rojan çêkirin.
JI BO ROJAVA LI HEV CIVIYAN
Komuna Enternasyonalîst a Rojava, tevî hewldanên xwe yên ji bo afirandina qadên nû yên jiyanê li Rojava, alîkariyê dide çandina daran li Rojava û karê ji bo kooperatîfa ekolojîk jî dike.
Di civîna du rojan de, li ser karên ji bo Rojava divê werin kirin nîqaş hate kirin.
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ XURTKIRIN’
Ciwanên enternasyonalîst piştî civîna du rojan, serdana Mehmet Alî Koçak kirin, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 54 roj in li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye.
Ciwanan li ser grevên birçîbûnê agahî ji Koçak wergirtin û diyar kirin, tecrîdkirina Ocalan ku pêşengê Şoreşa Rojava ye, ne ya qebûlkirinê ye. Ciwanan destnîşan kirin, nêrînên Ocalan ne tenê ji bo Kurdan her wiha jib o civakan hemûyan gelekî girîng e û ji bo bidawîkirina tecrîdê bal kişandin ser girîngiya afirandina raya giştî ya navneteweyî.
Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana grevên birçîbûnê, piştevaniyê xurt bikin û bang li civaka navneteweyî kirin ku hîn bêhtir bala xwe bide ser vê mijarê.
KOÇAK: RUHÊ YEKÎTIYÊ WÊ TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKE
Koçak kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana ciwanan anî ziman û got, “Ev piştevanî hêz û moralê dide me. Em pê bawer in ku ev piştevanî û ruhê yekîtiyê wê dawî li tecrîdê bîne. Ya ku îro me li dora heman armancê digihîne hev, ruh û paradîgmaya Rêberê me ye.”
Doh di nava rojê de, komek ji endamên PYD’ê serdana Koçak kiribû.