Li navçeya Colemêrg Geverê, ciwan daketin kolanan û binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û qeyûmê danîn şûna wî şermezar kirin.

Ciwan li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Yenî li hev kom bûn û li kolanan agir vêxistin.

Ciwanan bi saetan li kolanan xwepêşandan kirin, polîsan jî bi bombeyên gazê, fişekên plastîk û ava şid êrişî ciwanan kirin.

Ciwanan jî bi kevir û fişekên hewayî xwe parastin.

Xwepêşandanan heta derengiya şevê dewam kirin.

Ciwanan bênavber dirûşme berz kirin.

Li tevahiya navçeyê xwepêşandanên li dijî qeyûm di roja duyemîn de berdewam dikin.