Endamê Ciwanên Welatparêz di derbarê şewata ku duh li Îmralî derketî axiVÎn. Ciwanan diyar kirin ku heta ku agahî ji Îmralî neyê girtin wê çalakiyê wan bidomin.

Endamê Ciwanên Welatparêz Dersîm Germiyanî, diyar kir ku şewata ku derketî ne şewatek ji rêzê ye û weke berdewamiya Komploya Navnetewî pênase kir.

Germiyanî bi domdarî got: ‘’Rêber Apo bi fikr û felseya xwe dikare rêya azadî û tekoşînê gelê Kurd bibe serkeftinê. Ew agirê ku li Îmralî derketî agirekî bi guman e. Heta niha jî tendurîstiyê Rêber Apo nediyar e. Em ciwanên Başûrê Kurdistan kolan û kuçeyên Başûrê Kurdistan dikin qadên tekoşînê. Heta ku em ji Îmralî agahiyek pê bawer û zelal negirin em ê li qadan bin. Heya niha dewleta Tirk a dagirker ne parêzer û ne jî malbat re destûr nedaye. Ev jî cihê gumanê ye. Divê hemû azadîxwaz cîhanê ji bo vî deng bidin. Em ciwanên Başûrê Kurdistan bêdeng nabin helwest nîşan didin. Em amadene ku li derdora Rêber Apo bibin agirekî ji xelek.’’
Emdamê Ciwanên Welatparêz Amed Kerkûk jî di derbarê şewata Îmralî de bang li ciwan û gelê Başûr kir ku li hember vê komploya bêdeng nemînin. Kerkûk got: ‘’Em Komeleya Ciwanên Welatparêz Kurdistan bang  li gelê xwe dikin xwedî li Rêber Apo derkevin. Duh agahiyek biguman ji Îmralî hat. Ev jî  agahiyek dilgiran e. Em hêvîdarin gelê Kurd li hember vê agahiya bêdeng nemînin. Komployekî li ser Rêber Apo heye. To agahiyek pêbawer nîne. Hêvî ji gelê xwe dikin derkevin qadan ta ku agahiyek ji Îmralî were. Divê partiyê Başûr û gelê Başûr bêdeng nemînin.’’