Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Kobanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyê û biryara Amerîka ya di derbarê 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mûrad Karaylan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan de daxuyaniyek çapemeniyê dan .

Daxuyanî li qada Şehîd Egîd bi amadebûna bi dehan ciwanan ji aliyê rêveberê Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Çiya Welat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Kongreya duyemîn a Yekitiya  Ciwanên Rojava (YCR) hate silavkirin û kongre diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşê hate kirin.

Çiya Welat wiha axivî: “Ev kongre hemû ciwan anîn gel hev û wê bibe wesîleya ku hemû ciwanên Sûriya bi rêxistin bibin. Ciwan bi vê zanebûnê wê li beramberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kobanê û Girê Spî û hemû Bakurê Sûrî bibin bersiva herî xurt. Bila herkes baş zanibe ku li hember êrîşan ciwanên Kurd wê mil bi mil li kêleka şervanên YPG-YPJ şer bike.

Girêdayî biryara dawî ku Amrîka di derheqê rêberên me de daye, bila baş zanibin ku ciwanên Kurd ti carî qebûl nakin û li hember bêdeng namînin. Yek silogana me heye, ew jî ‘rêberên me dilê me ne û di dilê bi milyonan kurd de ne‘. Yên ku li dijî DAIŞ û xiyanetê şer kirine ev rêveberên me ne. Ev biryar ne ji alî ciwanan û ne ji alî gelê Bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin.

Îro li vê derê di bin siya peykerê Fermandar Egîd de em careke din dibêjin Bimre xiyanet û Bijî Rêber Apo”.

Daxuyanî bi slogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.