Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Toûloûse ya Fransayê çalakiyek kirin.
Ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re NA, Bi hev re Serhildan’ her şeva Înê saet 19:00’an li Qada Capîtole li hev kom dibin.
Di çalakiyê de tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ dikin hatin vekirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne’ qîr kirin.
Ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava 1’ê Mijdarê dayî destpêkirin li gelek bajarên welatên Ewropayê çalakî dikin.