Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmur) bi meşekî meşaleyî biryara DYA’yê ya li dijî her sê pêşeng û şoreşgerên Kurd Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan şermezar kirin.
Meşa meşaleyî bi awayekî girseyî li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta li ber Navenda Çand û Hunerê berdewam kir. Meş bi tevlîbûna gelê wargehê û ciwanên wargehê hat despêkirin. Di meşê de pankarta binivîsa ‘Pêşengên me rûmeta me ne’, posterên hersê pêşengên PKK’ê û alên PKK’ê hatin hildan.
Piştî meşê li ser navê Tevgera Ciwanên Mexmûr Bedran Yuruk axivî û wiha got: “Em wek ciwan vê biryara DYA’ê bi awayekî tund şermezar dikin. Ev biryar ne tenê li dijî her sê pêşengên partiya me ne, di kesayeta Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye girtin. Dewletên faşîst ên wek Amerîka, Tirkiyeyê ku dixwazin me wek sîxuran bi karbîne û dixwazin bi rêya pereyan me li hember gelê me bi karbîne. Ji bo vê yekê di kesayeta her sê pêşengên me de ev biryar girtine.”
Yuruk di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir,”Em wek ciwan û gelê wargeha Mexmûrê heta dilopek xwîna me maye, emê li berxwe bidîn û emê vê biryara DYA’ê ku di kesayeta her sê pêşengên me de dayîn vala derbixîn. Em wek ciwan vê bangê li dijmin dikin. Ger Rêberê me hatiye girtin, me ji bo Rêberê xwe laşê xwe şewitan, ji bo pêşengên xwe jî diyare emê çibikin.”
Çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Ji bo Jiyanek û Rêbertiya Azad Serî Hilde’ bi dawî bû.