QAMIŞLO – Ciwanên Rojava’yê Kurdistan bertek nîşanî biryara ku emerikayê di derheqê şoreşgerên kurd Murat Karayılan, Cemîlk Bayîk û Duran Kalkan de girtibûn dan û bang li hemû ciwanên kurdistanê kirin ku li dijî vê biryarê têbikoşin.

Ciwanê bi navê Rojda Muslim ê ji bajarê Kobanê di destpêka axaftina xwe de biryara DYA’ê şermezar kir û got: “Îro Emerîka li gorî berjewendiyên xwe û li gorî berjewendiyên ku xizmeta dagirkeriya Tirk a alîgirê DAIŞ’ê dike tevdigere.”

Rojda destnîşan kir ku girtina biryarek mîna vê, yekser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dike hedef û wiha domand: “Emerîka bi vê biryarê ne tenê gelê Kurd hemû gelên bindest dike hedef. Em van biryaran red dikin. Ji ber ku Partiya Karkerên Kurdistanê tenê li gel gelên blindest sekiniye û ji azadiya gelan tekoşîn kiriye. Ji ber wê jî emê bi hemû hêza xwe li van pêşengên xwe xwedî derbikevin.”
Rojda Muslim tekez kir ku ew Partiya Karkerên Kurdistanê û fermendarên wê weke pêşenga têkoşînê di rêya azadiyê, aşitiyê û demokrasiyê ya li hemû cîhanê dibîne.

Ciwana bi navê Xemgîn Şahîn biryara DYA’ê bi biryarek şaş pênase kir û got: “Divê em hemû li hember van biryarên şaş tekoşîn bikin. Ji ber ku ew fermendar û pêşeng nûnertiya vîna me ya azad dikin. Diyar e ku Emerîka ya ku banga demokrasiyê dike, di rû tevdigere. Lewra ji bo şikandina vîna gelê Kurd hemû binpêkirinan dike. Em weke ciwan vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin.”
Xemgîn Şahîn bang li ciwanên Kurd kir ku li hember van biryaran bisekinin û serî hildin û divê hemû saziyên mafên mirovan, eger rast dixwazin edalet û aşitiyê li herêmê bi cih bikin wê demê li dijî vê biryarê bisekinin.

Têkildarî heman mijarê ciwanê bi navê Elî Nebo jî got: “Em bang li hemû ciwanan dikin da ku dakevin qadan û nerazîbûnên xwe li hember biryarê nîşan bidin. Li hember berxwedan û hevgirtina ciwanan dê hemû komployên li dijî gel, şoreş û têkoşerên me dê têk biçin.”
Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî û got: “Biryarên wan wê nikarîbe rê li ber têkoşîna me bigire. Berovajî, wê ev biryar israra me di berxwedan û şopandina rêya şehîdan û pêşengên me de zêde bike.”

ANHA