Ciwanên Welatparêz ev 3 rojin li Bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çalakiya standa pirtûkan ku ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda giran hate li dar xistin didomînin.
Rêxistina Ciwanên welatparêz (Komele Gencanî Wilatparêzî Kurdistan) ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocelan li gelek deverên Başûrê Kurdistan çalakiyên standa pirtûkan encam didin. Ev 3’ê rojin jî Ciwan li Baxê Giştî a Silêmaniyê çalakiya standa pirtûkan berdewam dikin.
Ciwanan ji seatên asre heya seatên êvarê çalakiya xwe berdewam kirin. Serdanên gel jin û ciwanan jî zêdetir pêkhatin. parlementera Tevgera Azadî (Tevgerî Azadiy Komelgay Kurdistan) ya parlemana Îraqê Yusra Receb jî serdana standa pirtûkan kir.
Ciwanan da diyar kirin ku ev çalakiyên wiha wê her berdewam bikin. Ciwanan gotin emê hertim di nav tevgera belavkirina fikrên Rêber APO de bin.