Qelşên Nû yên firehiya wan bi qasî 15 metroî,  serê vê heftiyê ber bi deryayê ve ku digihijin Okyanosa Atlantîkê û paralelî herka beriya niha, latên biagir ên sor û tirincî şandin.

Dîrektorê teknîk Mîguel Angel ku ji departmana mudahelya lezgîn a li çiyayê aigrî yên Giravên Zelorekan e, got çiyayê agirî piştî teqîna li girava La Palmayê bi du heftiyan ‘hartir’ bûye.

Zanyaran di şevekê de 8 erdhejên bi hijmeta 3,5’ê tomar kirin.

Rayedaran gotin teqînê 6 metroyan bi ezmên ve gaz û xwelî pijiqandine.

Piştî teqîna 19’ê Îlonê 6 hezar mirov ji herêmê hatin derxistin û vê jî kir ku kesek nemire.

Qadeke alavî ya nû ya hişkbûyî ku latê heliyayî ber bi deryayê ve diçe, li qadeke bi berfirehiya 20 hektarî berbelav dibe.

Rayedaran bi tevahiya şerîda rê li qalîteya hewayê şopandin. Hikûmeta La Palmayê ragihand li herêmê asta kukurt dîoksîtê zêde bûye lê ti talokeyek li ser tendiristiyê nîne.

Lê ji şêniyan re hate ragihandin ku li hundir nemînin. Her wiha li dijî xweliya wolqanî ya xurt ji mirovVên giravê hate xwetsin ku maskeyan bidin ber dev û rûyê xwe û çavê xwe bihemînin.