Rêxistina DEM Partî ya Cizîrê serketina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir serketina xwe diyarî berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî talanê kirin.

Li Cizîrê bi hezaran kes li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn, bi fîşekên hewayî û meşaleyan serketina dem partiyê pîroz kirin.

Hevseroka DEM Partiya Cizîrê Nûrcan Alturk got:

Berxwedana me ya birûmet û serbilind pîroz be. Duh li Şirnexê talaneke mezin kirin. Diz û hîlekar mil dane hev, dest danîn ser, şaredariya me.

Bi otobusan ji metrepolên Tirkiyê leşker anîn Şirnexê. Em bi gelê xwe bawer in. Em li Elkê, li Şirnexê bi serketin. Em minetdarê gelê xwe ne. Serketina me pîroz be.

Hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş jî serkeftinê pîroz kirin û diyarî gelê Şirnexê kirin.