Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo Gultan Kişanak danê êvarê çalakiya nobedê hate lidarxistin. Di serî de Şaredara Zurîchê Corîne Maûch, wekîlê Partiya Sosyal Demokrat (SP) ê Zurîchê Marco Denoth, Serokê Koma Partiya Keskan (Grune) Markûs Kûnz, Serokê Koma Anternatîf Lîste (AL) Andreas Kîrsteîn, Koordînatorê Pira Biratiya Zurîch-Amedê ûrs Sekînger, parlamenterên Meclîsa Zurîchê, nûnerên Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, Medîco Înternatîonal-Swîsre, Solîfonds û bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn.

Şaredara Zurîchê Maûch li qada çalakiyê axivî û xwest, di serî de Gultan Kişanak hemû girtiyên siyasî werin berdan. Maûch got, “Beriya niha bi 2 salan me Hevşaredar Kişanak û Firat Anli li Şaredariya Zurîchê kirin mêvan.” Maûch bi dewamî got, “Di dema vê serdanê de, danheviya entelektûel, wêrekî û dilsoziya bi demokrasiyê ya Birêz Kişanak gelekî bandor li min kiribû. Mixabin demeke kin piştî vê serdanê di serî de Birêz Kişanak û Anli, gelek Nûnerên qanûnî yên çep demokratîk û gelê Kurd hatin girtin. Tiştên ku pê tên sûcdarkirin dûrî ji aqil e. Sîstema hiqûqê ya Tirk min dixe nava tirs û fikaran.”

WÊ HER ROJA ÇARŞEMÊ ÇALAKIYA NOBEDÊ BÊ LIDARXISTIN

Di dewama axaftina xwe de Maûch destnîşan kir ku ji bo berdana Kişanak çi ji destê wê were wê bike û got, “Birêz Kişanak û Anli bi sekna xwe ya demokratîk û karên xwe yên ji bo gelan û welatê xwe kirine, siyasetmedarên mînak in ji bo Tirkiyeyê. Dewleta hiqûqê, demokrasî, îradey aazad û mafê xwerêvebirinê ku hempîşeya min Birêz Kişanak wan diparêze, di heman demê de nirxên min in, têkoşîna min e. Hêvîdar im hevala min Kişanak wê azad bibe û weke Şaredar Bajarê Mezin a Amedê em ê li Amedê hev bibînin. Daxwaza min zelal e; azadî ji hevala min Gultan re! Ji ber vê têkoşîna xwe ya bi rûmet, ez jê re serketinê dixwazim.”

Siyasetmedarên ku piştî Maûch axivîn diyar kirin, ew pêvajoya hiqûqê ya li dijî hilbijartiyên dîl hatine girtin birêve diçe, ji nêz ve dişopînin û gotin, heta ku pêşengên gelê Kurd ên dîl hatine girtin werin berdan wê têkoşîna xwe bidomînin. Qisekeran her wiha diyar kirin, wê her Çarşema destpêkê ya her mehê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê nobedê bigirin.