Li gorî rêxistineke civakî ya sivîl ku navenda wê li Cenevreyê ye, li gelemperiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê di nava 2 mehan de zêdeyî 50 rojnamevanî jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina civaka sivîl a bi navê Presse Embleme Campegne (PEC) ragihand, ji destpêka meha Adarê ve li 23 welatan herî kêm 55 rojnamevanî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
PEC’ê ragihand, tevdîrên ji bo medyayê kêm in û nerazîbûn nîşanî binpêkirina mafê çapemeniyê da.
Sekreterê Giştî yê PEC’ê Blaîse Lempen got, “Têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê ji aliyê hin hikumetan ve weke bahaneya ji bo tepisandina azadiya bingehîn tê bikaranîn.” Lempen destnîşan kir ku ew van binpêkirina mafên mirovan ên neheq şermezar dikin.