Ji ber pandemiya vîrûsa korona ya nû her saet mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns heta şeva Yekşemê li tevahiya cîhanê 33 hezar û 854 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara mirovên ku teşhîsa vîrûsa koronayê li wan hatiye danîn jî di ser 716 hezar kesî re ye. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) vîrûs li 183 welat û herêman belav bû.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns herî kêm 149 hezar û 71 nexweşên bi vîrûsê rewşa wan a tenduristiyê baş bûye.

AFP’ê ragihand ku heta êvara Yekşemê li tevahiya cîhanê 3 hezar û 241 kesên din ji ber vîrûsê mirin û hejmara kesên nû yên bi vîrûsê ketin 56 hezar û 973 kes in.

Di nava 24 saetên dawî de welatên ku herî zêde qurbaniyên xwe çêbûn, Spanya, Fransa û DYE ne. Li Spanyayê 838 kes, li Îtalyayê 756 kes û li DYE’yê jî 460 kes bûn qurbanî.

WELATÊN KU HERÎ ZÊDE QURBANÎ DANE

Li Îtalyayê heta niha 10 hezar û 779 kes bûne qurbanî, 97 hezar û 689 kes jî bi nexweşiyê ketin. Li Îtalyayê 13 hezar û 30 kesên bi vîrûsê ketin rewşa wan baş bû.

Piştî Îtalya herî zêde Spanya li ber bayê vîrûsê ket. Li vî welatî 78 hezar û 799 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 528 kes bûn qurbanî.

Li gorî daneyên fermî Çîn di rêza sêyemîn de ye ku 3 hezar û 300 qurbaniyên xwe hene. Li vî welatî 81 hezar û 439 kes bi vîrûsê ketin.

Li Îranê li gorî daneyên fermî 2 hezar 3u 640 kes bûn qurbanî û hejmara mirovên bi vîrûsê ketin jî 38 hezar û 309 kes in. Lê belê tê gotin ku bîlançoya fermî ya li Îranê rastiyê nîşan nade. Li gorî çavkaniyê mûxalîf li 231 bajarî zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî Îranê, Fransa tê ku hejmara qurbaniyên xwe 2 hezar û 606 kes in. Li Fransayê bi giştî 40 hezar û 174 kes bi vîrûsê ketin.

HIŞYARÎ TÊ DAYIN KU LI DYE’YÊ DIBE KU 200 HEZAR KES BIMIRIN

Welatê ku herî zêde mirov bi vîrûsê ketin DYE ye. Li DYE’yê li gorî daneyên fermî 132 hezar û 637 kes bi vîrûsa koronayê ketin. Ji wan 2 hezar û 351 kes bûn qurbanî, 2 hezar û 612 kes jî rewşa wan a tenduristiyê baş bû. Şêwirmendê Trûmp pisporê nexweşiyên şewbê hişyarî da ku eger şewb bi vî rengî belav bibe dibe ku li DYE’yê bibe sedema mirina 100 hezar heta 200 hezar mirovî.

Ji êvara Şemiyê ve li Ûrûgûay, Sûriye, Bolîvya, Malî û Zelanda Nû agahiyên li ser qurbaniyên destpêkê hatin parvekirin.