Ji ber vîrûsa koronayê firîna balafiran hatiye ber sekinandinê dibe sedem ku temxînên li ser rewşa hewayê rast neyên kirin.

Van rojên dawî pêşdîtinên derbarê rewşa hewayê ji hêla saziyên cihê yên meteorolojiyê ve texmînên ku têne kirin rast dernakevin û ev jî weke encameke ji wê xuya dike ku bi krîza Covîd-19’ê re hatiye.

Mînak ji bo dawiya heftiyê ji bo başûrê Elmanyayê meteorologan texmîn dike ku germahiya hewayê 30 pîle be, hin meteorologên din ên Ewropî û Emerîkî ji bo eynî herêmî gotin, ”Herî pir wê 23 pîleyî germ be”. Pispor dibêjin ji ber ku li Ewropayê trafîka hewayî hatiye ber sekinadinê agahiyên derbarê herka hewayê texmîn cuda ne.