Par, ji bo ku di xwepêşandana ji bo şehadeta Mam Zekî hatî lidarxistin de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiriye û ala YPG’ê rakiriye, darazgeriya Elmanyayê di derbarê aktivîsteke Kurd de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Kurdistaniyan, 18’ê Gulana 2018’an ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar bikin, li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandanek lidar xistibûn. Dozgeriya Elmanyayê bi hinceta ku di xwepêşandanê de Kurdistaniyan dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berz kirine û alên YPG’ê rakirine, doz vekiribû.
Ligel angaşta dozgeriyê ku Kurdistaniyan dirûşmeyên qedexe yên mîna “Bijî Serok Apo” berz kirine jî, dadgehê ev dirûşme di dorhêla, “azadiya raman” de nirxandin û biryara beraatê da.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatibû şehîdxistin. Lewre bi armanca şermezarkirina êrîşê, li gelek bajarên Ewropayê meş û mîtîng pêk hatibûn. Lê belê dozgeriya Berlînê bi hinceta ku Kurdistaniyan dirûşmeyên qedexe yên weke “Bijî Serok Apo” berz kirine û û alên YPG’ê rakirine, du kes demeke kurt destgîr kiribûn.