Dadgeha Îdarî ya Mûnîhê di doza aktivîstekî de, ku aktivîst di xwepêşendanê de ya ji bo şermezarkirina dagirkeriya ser Efrînê alaya PYD’ê hildabû, biryara bereatê da.
Siyaseta krîmînalîzekirinê ya ku polîsê û dozgerên Eyaleta Bavyerayê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PYD, YPG/YPJ’ê dike hincet û li ser aktivîsên Kurd û Elman bi cih tîne, ji dadgehan vedigerin.
Di doza aktivîstekî de ku dema artêşa Tirk û çeteyên wê par êrîşên dagirker bi ser Efrînê de birin, ji bo piştevaniya li gelê Efrînê, 11’ê Adara 2018’an alaya PYD’ê hildabû û lêpirsîn li ser hatibû vekirin, Dadgeha Îdarî ya Mûnîhê biryara bereatê da.
Saziya alîkariyê Rote Hîlfe ku biryara bereatê ya dadgerê dadgehê Martîn Meîxner bi nivîskî ragihandî, got, ”Ji bo ku lêpirsînên dozgeriya Mûnîhê ji dadgehê vedigere, ji hêla dewleta hiqûqê ve baş e”. Ji bo aktivîstê Mûnîhî ku navê wî/wê nehate parvekirin dozgeriyê cezayekî pereyan yê zêde xwestibû.
Beriya bi çendekê Dadgeha Îdarî ya Mûnîhê li ser derhênerê fîlman Ulî Bez jî, ku bi hinceta alaya YPJ’ê li ser hesabê xwe yê Facebookê par ve kiribû lêpirsîn lê hatibû vekirin, biryara bereatê dabû.
Şandeya dadgehê wê di wê biryarê de diyar kiribû nehatiye çespandin ku parvekirina alaya YPJ’ê bi PKK’ê ya qedexekirî re têkildadr e.