Dozê, piştî kuştina endamê rapkirê antîfaşîst Pavlos Fîtsas ji hêla endamê partiya nîjatperest Berbanga Sor Yorgo Rupakîas ve, piştî lêpirsînê dest pê kiribû, ku Fîtsas 2013’an li Atînayê hatibû kuştin. Di dozê de lîderê partiya nîjatperest Nîkos Mîhalolîakos, wekîl û endam jî di nav de 78 bi ‘avakirina rêxistina sûc’ têne darizandin.

Dozê pênc salan domand û biştî 400 carî dadgeh rûnişt. 64 bersûc, 154 şahid û 129 parêzer di danişînê de hazir bûn. Ji vî alî ve dozeke derî edet bû.

Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê biryara pêşî da. Dadgehê hikim li ser da ku Berbanga Sor ‘rêxistina sûc’ e. Tê payin ku bi vê re hin cezayên din jî werin standin.

Lîderê Berbanga Sor Nîkos Mîchalolîakos jî tê darizandin. Mîchalolîakos bi ‘rêveberiya rêxistina sûc” û Yorgos Rupakîas ji kuştinê sûcdar hatin dîtin. Cezayên wan hê nehatine aşkerekirin.

Li ser biryarê li Atînayê jiyan rawestiya. Li kolona Alexandrasê ku avahiya dadgehê lê ye, sendîkayên mezin ên welêt, partiyên çepgir, sosyalîst, hunermend, anarşîst, nivîskar, nûçegihan, hiqûqnas ji sibehê ve li hev kom bûn.

Li kolanê derdora 20 hezar kesî kom bûn û gelek caran bi dirûşmetan hate gotin, ”Ne bêguneh in, Nazî bila biçin girtîgehan.”

Li xilaseka avahiya dadgehê Prosfygîkayê komên anarşîst li ser îhîtmala ku polîs êrîşê bînin kordona ewlehiyê danîn û bi kontrol kirine ku mirov derbas bibin.

Dema ku dadgehê biryar da li cihê çalakiyê kêfxweşiyeke mezin çêbû. Polîsan bi ava jidiyayî û gazê êrîş bire ser çalakgeran. Di demeke kurt de pevketin li qadeke berfireh belav bûn.