Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag bal kişand ser mîrate û kevneşopiya HDP’ê û destnîşan kir, ku tevî operasyonên qirkirina siyasî jî wê serî netewînin. Dag got, “AKP wê biçe, lê em li vir in.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag destnîşan kir ku polîtîkayên zordariyê yên hikumeta AKP-MHP’ê wê nikaribin pêkhateyên HDP’ê têk bibin û wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dag ji ANF’ê re axivî û anî ziman, her roj bi dehan endamên wan tên destgîrkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag destnîşan kir ku di sala 2014’an de li dijî gelê Kurd biryara şer hate girtin û wiha axivî: “Di sala 2015’an de zext û zoriyên li ser partiya me dîsa dest pê kir. Berê bi girtinan dixwestin partiyan bêerk bikin lê niha bi binçavkirin û girtinan. HDP li kîjan bajarî xurt be li wir zext û zorî zêde ne. Li her derê Tirkiyeyê binpêkirina mafê mirovan di asta herî jor de ye. Êrîşên li dijî partiya me jî vê yekê baş dide nîşan dan. Her roj bi sedan endamên me tên binçavkirin û girtin. Li dijî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Sedema van êrîşan dixwazin HDP’ê û gel ji hev qut bike. Lê belê ev polîtîkaya AKP’ê bi sernakeve. Ji ber ku HDP bi xwe gel e û nikarin gel ji HDP’ê qut bikin. Li aliyê din jî li ser Kurdan qirkirinek siyasî û çandî pêk tînin û dixwazin bi van êrîşan Kurd çonkan danin. Hikûmet tenê ne li dijî Kurdan li dijî hemû kesên muxalefetê dikin êrîş dike. Ji ber ku HDP hemû kesê di nava xwe de dihewîne hemû êrîş jî li dijî HDP’ê pêk tê. Ev restiyeke ku HDP partiyeke ku tenê li dijî desthilatê muxaleftê dike. Ji bo vê yekê jî HDP dibe hedefa êrîşan.”

‘HER KU QELSDIBE, DIXWAZE MUXALEFTÊ JÎ BÊHÊZ BIKE’

Dag bilêv kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş û tundiya li ser jinê jî di asta herî bilinde zêde bûne û wiha dom kir: “Êrîşên li ser ciwanên Kurd ji her ku diçe zêde dibe. Dibe îro hedef HDP be lê belê hemû rengê civakê jî dibin êrîşan de ye. Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê dixwaze krîza li welat û xitimandina xwe bi zext û zoriyên li ser HDP’ê veşîre. Êrîşên dagirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berdewamiya van zext û zoriyan e. Hêrsek mezin ya civakê li dijî AKP’ê heye û AKP nikare xwe li ber vê hêrsê ragire. Hikûmet ew qas tengezar bûye ku xwe li çalakiyek biçûk ya jinan jî nagre. Lê belê li her derê jinan yekitya xwe ava kiriye û li dijî zoriyê derdikevin kûçeyan. Lê binêrin endamên meclîsa me ya ciwanan ji ber belavokên partiyê belav kirine hatin binçavkirin û girtin. Hikûmet ewaqasî lewaz bûye ku li ber rûxandinê ye. Çiqas ditengije ewqas jî êrîşî muxaleftê dike.” 

‘EM Ê LI HER DERÊ RÊXISTINÊN XWE XURT BIKIN’

Dag anî ziman ku di çarçoveya êrîşan de AKP hemû xebatên HDP’ê dixwaze îlegaze bike û wiha got: “Li Kurdistanê ji ber ku AKP partiya tebeleye û dixwaze li herêmê HDP’ê lewaz bike. Li Tirkiyeyê siyaset bi rê û rêbazên berê nameşe. Mirv êdî guherîne, pêvajo diguhere. Lê belê kevneşopiyek me heye û em şopdarên Orhan Dogan û Vedat Aydin in. Em partiyekin ku em tu carê li hemberî zorî û zilmê serî natewînin. AKP dê biçe lê wê kesên li ber xwe didin bimîne. Bi tu awayî bi êrîş, girtin û binçavkirinan em ê paş de gav ne avêşin û tam berovajî vê em ê li her derê rêxistinên xwe xurt bikin. Her demê jî em ê rûyê wan yê qirêj bi gel re ji raya giştî re aşkera bikin.”