Li gundê Esadiyê yê Serêkaniyê ji ber teqîna mayina dewleta Tirk a dagirker du sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan sibeha Çarşemê li gundê Esadiyê mayineke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teqiya. Ji ber teqînê sivîl Hisên Alî Hisên û Merîş Îbrahîm Mihemed birîndar bûn.

Gundê Esadiye demeke dirêj e dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Dagirker topan diavêjin gund. Hate ragihandin ku hucreyên razayî yên dewleta Tirk a dagirker li gund hatine bicihkirin.