Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên şermezarkirin.
Li paytexta Norwêc Osloyê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk mîtîngek pêk hat. Komek ji faşîstên Tirk ên bi çalakiyê hesiyan xwestin provokasyonê bikin û li zarokekî 12 salî yê di nava çalakiyê de bû xistin. Kurdistaniyan tevî provokasyona faşîstan jî çalakiya xwe pêk anîn.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi dirûşma ‚Erdogan ji Rojava bicehime‘ çalakiyek pêk hat. Bi hearan kes li meydana Vesterbro Torvê ya Kopenhagenê li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên ‚Erdogan faşîst‘, ‚Dîktator Erdogan ji Kurdistanê bicehime‘ meşiyan. Çalakî bi hevkariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Danîmarkî pêk hat. Di çalakiyê de êrîşên rejîma Erdogan hatin şermezarkirin û ji hikumeta Danîmarkayê jî hate xwestin ku ji bo aramiya herêmê gavan biavêje.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê çalakî li Herrengasseyê pêk hat. Di çalakiyê de der barê dagirkeriya dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.
AÛDÎNCOÛRT
Li bajarê Aûdîncoûrt ê Fransayê bi banga şaredariyê û Komîteya Piştevaniya Rojava çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ku gelek Fransayî jî tevlî bûn daxuyaniyek hate xwendin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa „Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava rawestînin“ hate hildan. Şaredar Marîe Claûde Gallard jî piştevaniya çalakiyê kir. Her wiha ji senatorên Partiya Sosyalîst Martîal Boûrqûîn jî beşdarî çalakiyê bû. Boûrqûîn li qada çalakiyê axivîn û diyar kir, Kurdan li dijî feraseta selefî ya li Rojhilata Navîn û li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê, sîstemeke sekuler, demokratîk afirandin. Boûrqûîn diyar kir, ku dewleta Tirk bi êrîşa dijî Kurdan dixwaze bike ku çete ji nû ve xwe komî ser hev bikin û got, têkoşîna Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê ye.
ERFÛRT
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê jî çalakiyeke mezin pêk hat û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin. Bi vê armancê meş û mîtîngek pêk hat.
DRESDEN
Êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û gelên herêmê, li bajarê Dresden ê Elmanyayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Nûnerên Partiya Çep a Elman, enternasyonalîst û antî faşîst jî tevlî çalakiyê bûn.
MUNCHEN
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin. Piştre li Odeonsplatzê mîtîngek pêk hat. Qisekeran diyar kirin ku Erdogan û çeteyên wî niha li Rojava komkujiyan dikin, lê belê dinya di nava bêdengiyê de ye. Di çalakiyê de dirûşmên „Bijî berxwedana Rojava“, „Terorîst Erdogan“ hatin qîrîn.
STOCKHOLM
