Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawîn de êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirine û herî dawî di encama êrîşeke leşkerên Tirk de zaroka bi navê Sara Mistefa li Girê Spî şehîd bû. Girêdayî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan ji ajansa me ANHA’yê re axivî û got ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de jin û zarokan hedef digire û bi vê yekê sûcên şer dike û divê were cezakirin.
Daliya di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata zarok Sara Mistefa re xwest û wiha got: “Hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê hê jî bê deng in û ev yek nîşan dide ku ew jî di êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê de hevkar in. Li Efrînê jî dewleta Tirk heman hovîtî da meşandin û zaroka bi navê Diyana Salih bû qurbaniya vê hovîtiya Tirkiyeyê.”
Daliya Henan bal kişand ku dewletên cîhanê îdiaya parastina mafên mirovan dikin, êrîşên dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl paşguh dikin û bi vê yekê rê ji dewleta Tirk re vedikin da ku hovîtiya xwe li dijî welatiyan zêde bike.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan bang li hemû jinên cîhanê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe bilindtir bikin.