Jinên Efrînê ku bi hêza xwe ya li dijî zilmê tên nasîn, piştî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî destdirêjiyên wan tê dikoşin û dagirkeran jiyana wan veguherand tarîtiyê piştî ku gihaştibûn azadiyê.

Di vê dosyayê de em ê hewl bidin bal bikişînin ser rewşa jinên Efrînê beriya dagirkeriya artêşa Tirk li kantona Efrînê û niha jin li Efrînê di çi rewşê de ne û piştî dagirkeriyê çi bi serê wan de hatiye.

Jinên Efrînê di civaka xwe de xwedî roleke mezin bûn. Gelek malbatên kevnar ên Efrînê berovajî malbatên herêmên din ên Sûriyê bi navên jinan tên nasîn û ev yek cudatiyeke taybetmendiya jinên Efrînê diyar dike.

Saziyên têkildarî kar û barên jinan bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelekî bi pêş ketin û ev sazî derbasî hemû malbatên Efrînê bûn û di pêşxistina hişmendiya jinên Efrînê de bi roleke mezin rabûn.  Jin li Efrînê herî zêde birêxistinkirî bûn û beriya herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jinên Efrînê cihê xwe di serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk de girt.

Tirkiye ji birêxistinbûna jinan tengezar bû

Gelek dewletên ku îdîaya demokrasiyê û wekheviya di navbera jin û mêran de dikin û di nava wan de dewleta Tirk a dagirker, kuştin û destavêtina li jinên ciwan û zewicandina wan di temenên biçûk de rewa dibînin. Li gorî malpera “sûcên li dijî jinan” ku serjimara sûcên li dijî jinên li Tirkiyeyê dişopîne, di van şeş salên dawîn de 1915 jin hatine kuştin.

Tişta ku herî zêde dewleta Tirk a dagirker dema ku êrîşî Efrînê dikir tengezar kiriye, birêxistinkirina jinan di nava hemû beşên civakê de bû û bi taybet pêşengiya jinan di civaka Efrînê de ku bi hêz û cesareta xwe têb nasîn. Mînaka vê yekê jî berxwedana jinên Efrînê yên wekî têkoşer Arîn Mîrkan di berxwedana Kobanê de ye.

Ji ber van sedeman dewleta Tirk di hemû aliyên çapemenî, siyasî û leşkerî de êrîşa xwe ya li dijî Efrînê da destpêkirin. Ji destpêka êrîşa li dijî Efrînê ve artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re derbas bikin, bi awayekî herî hovane destdirêjiya jin û zarokan dikirin. Mînaka herî balkêş a têkçûna exlaqî ya dagirkeran lîstina bi cenazeyê têkoşera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Barîn Kobanê bû û têkoşer Avesta Xabûr jî li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi çalakiyeke fedayî tola hevrêya xwe rakir.

Jin û zarokên Efrînê her tim hedefa guleyên dagirkeran bûn. Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de ku 58 rojan dom kir, 56 jin û 46 zarok şehîd bûn û 104 jinên din jî birîndar bûn.

Jiyana jinên Efrînê ji ronahiyê veguherî tariyê

Jinên Efrînê xwedî îrade û taybetmendiyeke jiyanî bûn û têkiliya wê bi xweza û çandiniyê re gelekî xurt bû. Jinên Efrînê cihê xwe di hemû aliyên jiyanî de girt.

Piraniya jinên Efrînê neneçarî jiyaneke dogmatîk bûn û ji jiyaneke azad re vekirî bûn. Rêjeya jinên xwendekar û rewşenbîr li Efrînê nêzî  ji sedî 80 bû û rêjeya beşdarbûna wan a aliyên perwerdehî, rêveberî, siyasî û aborî de balkêş bû.

Girêdana jinên Efrînê bi çandinî û pîşekariyê re gelekî xurt bû û di encamê de hişt ku projeyên aborî yên xweser ava bikin û debara xwe û malbatên xwe bikin. Di bazarên Efrînê de gelek dukanên taybet bi jinan hebûn û cihê xwe di bazarên gelêrî yên bajêr de girtin.

Lê niha rewş cuda ye û giştî jiyana Efrînê serûbin bûye û jiyana jinan ji ronahiyê veguheriye tarîtiyê. Êdî ji ber rewşên destdirêjî û destavêtina çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku heman sîstema DAIŞ’ê didin meşandin, jinên Efrînê nikarin ji mal û xaniyê xwe derkevin.

Li kolanên bajarê Efrînê û gundên Efrînê çanda çeteyan serwer e û cihên folklorîk ên rengîn bi cilên reş ên dagirkeran hatine guhertin. Li rê û kolanên sereke jî textenavên ferzkirina xwepêşandina jinan hatine daliqandin.

Li hin gundên Efrînê ku tabûrên îslamî yên radîkal ên girêdayî Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê têde hatine bicihkirin. Van tabûran cilên reş li ser jinên Efrînê ferz kirine û derketina bi cil û bergên kurdî qedexe kirine. Efrîn niha zindaneke mezin a jinan e. di van demên dawîn de jî di dibistanên dagirkeran de zarokên keç û kur ji hev hatine cudakirin.

Bêtirî 145 rewşên destavêtinê hatine qeydkirin

Piştî dagirkeriya Tirk li kantona Efrînê, rewş gelekî xirab bûye û bi taybet rewşa jinan gelekî kambax bûye. Dagirker li dijî jinan tundiyeke hişk didin meşandin, wekî kuştin, destavêtin û bazara bi jinan û revandin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hejmara jinên hatine revandin herî hindik 145 jin in. Tundiya nerasterast jî wekî jinebîbûn, xizantî, bêkarî û daketina asta perwerdeyê û koçberkirin û zewicandina bi darê zorê û ferzkirina çandeke biyanî li ser jinên Efrînê.

Belgekirina rewşên revandin, kuştin û destdirêjiya li jinên Efrînê

Di van 8 mehên dagirkirina Efrînê de 145 jin û di nava wan de jinên ducanî jî hene, ku ji aliyê dagirkeran ve rastî revandin û destdirêjî û kuştinê hatine.

Hin rewşên ku ajansa me ANHA’yê bi hevkariya rêxistinên mirovahî û hiqûqî û çavkaniyên taybet belge kirine û gelek rewş lêhûrbûnên wan nayên zanîn.

Welatiya bi navê Fatme ya 45 salî ji mala wê hate revandin û 15 rojan li pey hev rastî îşkenceya canî û derûnî hat û malbata wê jî cihê wê nedizanî. Çeteyan ji malbata wê 3 hezar dolar xwestin da ku serbest berdin.

Fatme rastî tundiyeke herî dijwar hat û serpêhatiya xwe wiha dibêje: “Derketina ji malê qedexe bû. Me ronahiya jiyanê winda kiribû. Me nikaribû çandiniya xwe bikiriba. Em neçarî lixwekirina peçeyan hatin kirin û çanda biyanî li ser me hate ferzkirin. Em her tim di nava tirsa revandinê de bûn.”

Fatme got 2 jinên xizmên wê li rex bavê wan hatin revandin û piştî çend mehan bi fidye serbest hatin berdan. Jin ber bi cihên nediyar ve dihatin revandin û piştrast kir ku dema zarokek ji dibistanê derdiket hate revandin û di encamê de piraniya welatiyên Efrînê zarokên xwe nedişandin dibistanan û zarok ji xwendinê bê par man.

Malbata Fatme neçar ma fidye bide çeteyan da ku serbest were berdan û piştre karibû ji Efrînê derkeve.

Çavkaniyekî ji gundê Til Silorê yê navçeya Cindirêsê piştrast kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê destdirêjî li jineke gund kirin û bi hovîtî îşkence li wê kirin. Nemaze ji ber ku nexwest hevkariya wan bike û dagirkeran ji gundiyan re got dê bibin û wekî fahîşeyekê li Cindirêsê bidin xebitandin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku dagirkeran jineke ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman li ser benda kontrolê ya bajarê Efrînê ber bi cihekî nediyar ve revand.

Li ser zimanê qurbaniyekê

Jina bi navê Ş. M. ku ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatibû revandin, diyar kir ku ew rastî îşkenceyên herî dijwar hatiye û hê jî di bin rehmeta çeteyan de li Efrînê dijî û di peyameke deng de wiha got: “Çete bi ser mala me de hatin û ez û hevaleke min û dayik û birayê wê yê 13 salî di bin zexta kuştinê de girtin. Çeteyan çavên me girtin da ku em nizanibin me bi ku derê ve dibin. Piştre me nas kir ku em di jêrzemîna Dadgeha Efrînê de hatine bicihkirin. Di jêrzemînê de em nêzî 18 jin hebûn û hemû rastî îşkenceyan hatibûn û gelek ji wan ji ber dijwarbûna îşkenceyê nikaribûn li ser pêyên xwe bisekinin.”

Ş. M. da zanîn ku ew û hevala xwe bi lingan hatin bidarvekirin û bi kehrebeyê ew dihatin îşkencekirin û serpêhatiya xwe wiha domand: “Min nedizanî ku ev îşkence dê çi qasî dirêj bike, ez ji ser hişê xwe çûm û dema hişyar bûm min bi dijwarî hinase dikir. Piştre ez her tim dicirifîm. Min dît ku hevala min jî wekî min bûye û dema min dipirsî çi bi serê me de hatiye, nedikaribû bersiva min bide.”

Çeteyan li navçeya Şiyê jî jineke ducanî ya bi navê X. R. ya 21 salî revand û di encama îşkenceyê de zarokê wê ji ber çû.

Welatiyên gundê Kurka yê girêdayî navçeya Mabeta cenazeya jineke ciwan ku nasnameya wê nehat diyarkirin, di hundirê xaniyekî de dît. Li ser cenazeyê wê şopên îşkenceyê hebûn û damarên destên wê hatibûn qetandin û di stûyê wê de şopên fetisandinê hebûn.

Li gorî çavkaniyekî ji gundê Şîtka yê girêdayî navçeya Mabeta destavêtin li 2 jinan hatibû kirin. Her wiha 13 jinên ciwan hatin revandin. Li gundê Ebûdanê yê navçeya Bilbilê jî 3 jinên ciwan hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.”

Çeteyan bi awayekî hovîtî destdirêjî li 3 zarokan kir û guharên di guhên wan de bi destan hildiqetandin.

Zewicandina zarokan

Serpêhatiya zaroka bi navê Yasmîn a 12 salî yek ji serpêhatiyên bi sedan welatiyên Efrînê ne ku nehatine eşkerekirin. Yasmîn bi darê zorê bi çeteyekî ku du temenên wê dike re hate zewicandin. Çeteyan gefa kuştinê li malbata wê xwar, eger qebûl nekin û bi darê zorê ji mala bavê wê hate derxistin.

Li gorî qanûna navneteweyî destavêtina li jinan sûcek e û Dadgeha Sûcên Navneteweyî di Sibata 1998’an de biryara xwe ya girêdayî vê mijarê derxistiye.

Serhildana jinan li hemberî dagirkeran

Beriya dagirkeriyê rastiya azadiyê nas kir û li hemberî dagirkeriyê bê deng nema. Gelek jinên Efrînê ji ber ku li hemberî çeteyên Tirkiyeyê serî hildane, rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Welatiya bi navê S. M. yek ji jinên ku li hemberî dagirkeran serî hilda ye û nehişt çete kurê wê birevînin û ev jina ku ji gundekî navçeya Şêrewa ye bi cesareta xwe li hemberî dagirkeran tê nasîn.

Li navçeya Cindirêsê jî jinan li dijî dagirkeran xwepêşandanek li dar xist û 2 rojan li pey hev li dijî çeteyan bê tirs serî hildan.

Parastina mafên jinan di qanûnên navneteweyî de

Der barê hêza qanûnên navneteweyî ya rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan de di demên şer û aloziyên çekdar de gelek gengeşe derdikevin. Qanûna navneteweyî di parastina mafên jinan de hê jî lawaz e.

Hin ji pîvan, qanûn û hevpeymanên ku diviyabûn jinan di demên şer de biparêzin

Mijara parastina jinan di dema niha de, çi di çarçoveya qanûnên hundirîn û çi jî qanûna navneteweyî de cihekî girîng digire. Hevpeymana Cinêvê ya sala 1949’an û protokolên girêdayî wê nêzî 40 xal, bi giştî 560 xal girêdayî parastina jinan in.

Tevî ku ev pîvan bûne pîvanên navneteweyî lê destdirêjiya li dijî jinan zêde dibe. Konseya Giştî di sala 1974’an de biryara girêdayî parastina jin û zarokan di rewşên awarte û şerên çekdar de derxist.

Komîteya Şaxî ya girêdayî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Navneteweyî ji sala 1991’an ve xwe dispêre biryara 1989/24 a têkildarî mafên mirovan di rewşên şerên çekdarî de.

Hebûna rêbazekî pêkanîna edaletê nayê wateya ku dikare li ser erdê pêk bîne. Hê jî gelek rewşên destavêtina cinsî û destdirêjiyan di demên şer de sûcdar nayên cezakirin.

Tevî ku biryarên Neteweyên Yekbûyî zelal nîşan didin ku divê hemû dewlet alîkariya tenduristî bi qurbaniyan re bikin, lê dîsa jî pêdiviyên pêwîst ji bo parastina mafên jinan nayên pêşkêşkirin.

ANHA