Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD’ê, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya bi çekên doçka, panzer û wesayitên bombebarkirî de hêzên QSD’ê danê vê sibehê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li eniya bajarokê Hecînê bersiv dan.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku li gelek deveran şerekî dijwar rû daye û çeteyên DAÎŞ’ê ji ber derbên şervanan neçar man vekişin.
Li gorî daxuyaniyê, di şer de ku heta danê nîvro dewam kir, 15 çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Her wiha çekeke kalaşnîkov, rext, çenteyekî destwerdana lezgin û alavekî peywendiyan ji cureya ‘Hîtra’ ketin destê şervanan.
ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê CAREKE DIN ÊRÎŞ KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Li heman eniyê, careke din çeteyan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Di vî şerî de 2 çete hatin kuştin, wesayiteke bombebarkirî ku hewl dida nêzî baregehên şervanên me bibe hate rûxandin. Balafireke biçûk a keşfê jî hate teqandin.
Li heman eniyê, hêzên me wesayîteke bombekirî beriya bigihîje armaca xwe, teqandin.
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî 10 êrîş li dijî baregeh û navendên çeteyan pêk anîn. Di encamê de, 10 çete hatin kuştin, her wiha 5 baregeh û tuneleke çeteyan hatin rûxandin. 2 wesayîtên doçka li ser jî hatin teqandin.
BÎLANÇO
Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya vî şerî ev agahî hatin dayin:
“- 10 êrîşên balafirên koalîsyonê pêk hatin.
– 27 terorîst hatin kuştin.
– 2 wesayît, balafireke keşfê, 2 wesayîtên bi doçka hatin teqandin.
– Çekeke kalaşnîkov, rexteke leşkerî, alaveke peywendiyê ji cureya Hîtra, çenteyekî destwerdana lezgîn ketin destê şervanên me.”