Çeteyên DAIŞ‘ê li gundê Mihemed Ebasî yê ser bi navçeya Gelî ya ku dikeve bakurê Xaneqînê, êrîşî polîsan kir. Di encama êrîşê de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çeteyên DAIŞ’ê êrîşê xalek ya polîsên beşa lezgîn yên li gundê Mihemed Ebasî kirine.

Polîsek ku nexwest navê xwe bide ji RojNews re axivî û got: “Îşev komek çeteyên DAIŞ êrîşî ser gundê Mihemed Ebasî yê li navçeya Gelî ku dikeve bakurê Xaneqînê kirine. di encama êrîşê de polîsek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. Şerê di navbera çeteyên DAIŞ û polîsan de zêdetirî 30 deqeyan dewam kir.”