Endama Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Daliya Remezan di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê diyar kir ku yekitiya refa kurdî, lidarxistina kongreyê li gel hindek partiyên Kurd tenê slogan e û destnîşan kir ku bi sloganan tenê kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar nakeve.
Daliya wiha got: “Dema em rêziknameyên hemû partiyên Kurd ên li Kurdistanê bişopînin, em dibînin ku hemû partî banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dikin. Lê ev armanc li gel hin partiyan wek sloganên bênavarok dimîne.”
Daliya wiha domand: “Bi sloganan tenê kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar nakeve. Nêzîkatiyên hin partiyên Kurd berovajî sloganên ku pê bang dikine. Nêzîkatiyên bi vê rengî girêdana wan bi ajande û aliyên herêmî û navdewletî yên ku xaka herêmê dagir kirine, bi taybet Tirkiye xuya dike. Ev jî îsbat dike ku ew ji armancên gelê Kurd dûr dikevin.”
Endama KNK‘ê îdiayên hin partiyên kurdî ku dibêjin ew amade ne beşdarî kongreyê bibin bi “îdia û durûtiyê” bi nav kirin û wiha domand: “Hin partiyên siyasî hene banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dikin, lê di heman demê de di berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng de bi israr in, nêzîkatiyan wan mirov matmayî dihêle. Mixabin bangewazî û îdiayên van partiyan ku dibêjin ew ji kongreyê re amade ne, ne di cih de ne û ne cidî ne.”
Her wiha Daliya diyar kir ku hin partiyên siyasî yên Kurd hewl didin bi tena serê xwe li ser hesabê aliyê din kongreyê li dar bixin û ev tişt rave kir: “Di nêrîna min de ev tiştekî xwezayî ye, ji bo çareserkirina dozekê divê aliyek însyatîfê bide. Di rêveçûna çareserkirina vê dozê de divê pirsgirêk ji hemû aliyan ve were lêkolînkirin, başî û xirabiyên wê werin vedîtin da ku bigihîjin çareseriyê.”
Di berdewama gotinên xwe de Daliya destnîşan kir ku divê partiyên siyasî yên Kurd ji van hincet û îdiayan dûr bikevin û bi awayekî cidî li dora projeyê kom bibin û hemû aliyên wê nîqaş bikin. Her wiha Daliya diyar kir ku armanca kongreya netewayî yekitiyê di navbera hemû aliyên siyasî de ava bike û wekheviyê di navbera erk û mafên hemû aliyan li gorî berjewendiyên gelê Kurd pêk bîne.
Di dawiyê de Daliya Remedan tekez kir ku komîteyên amadekar ên kongreyê ji bo yekitiya refa kurdî wê bixebitin û wê hewl bidin aliyên siyasî yên Kurdî yên dixwazin bi awayekî cidî tev li kongeryê bibin, bibînin.