Partiyên li Parlamenta Danîmarkayê hemûyî rexne û hişyariyên tund dan Tirkiyeyê. Nûnerên partiyan diyar kirin, Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe û hişyariya ‘şerê navxweyî’ kirin.

Partiyên li Parlamenta Danîmarkayê hemû, pêşnûmepirsa di derbarê Tirkiyeyê de bi hevdengî qebûl kirin.

Pêşnûmepirsa ku ji bo Wezareta Karên Derve bibersivîne hate amadekirin, di rûniştina 23’ê Nîsanê de hate nîqaşkirin. 25’ê Nîsanê jî pênûmepirsa ji bo dengdanê hate pêşkêşkirin û bi hevdengî hate pejirandin.

Pêşnûmepirsa ku tê de zextên li ser girtiyên siyasî û muxalefetê yên li Tirkiyeyê bi zimanekî tund tê rexnekirin, bi mohra Partiya Koalîsyona Sor û Kesk, parlamentera Enhedslistenê Soren Sondergaard, ji Social Demokratê Lars Aslan Rasmussen, ji partiya Alternativet Rasmuş Nordqvist, ji Partiya Gel a Socialist Holger K. Nielsen hate pêşkêşkirin. Partiyên parlamentê yên muxalefet û desthilatdariyê diyar kirin ku di hêla mafên mirovan de ew ji Tirkiyeyê bi fikar in.

Di pêşnûmeyê de darazgeriya Tirk a alîgirê desthilatdariyê bi tundî tê rexnekirin û fikarên zext û çewsandina li ser mixalefetê tên ziman.

Di pêşnûmeyê de bang li parlament û hikumeta Danîmarkayê tê kirin ku ji bo li Tirkiyeyê siyasetmedar, rojnamevan û muxalifên din bên berdan, li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bikeve nava hewldan û tevgerê.

‘HEKE JI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RE ÇARESERÎ NEYÊ DÎTIN…’

Partiya Koalîsyona Sor û Kesk û parlamentera Enhedslisten Soren Sondergaard, bal kişandin ser berxwedanên grevên birçîbûnê û gotin, “Heke ji grevên birçîbûnê re çareserî neyê dîtin, guh nedin daxwazên Leyla Guven, wê Guven bibe wekîla pêşî ya di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayî.”

‘DIVÊ EM ZEXTÊ LI TIRKIYÊ BIKIN’

Serokê Partiya Tifaqa Lîberal û Wezîrê Karên Derve Anders Samulensen jî diyar kir ku divê YE di hêla binpêkirina mafên mirovan de zextan li Tirkiyê bike. 

Di pişnûmeyê de gelek rexne û tespîtên giran ên li ser Tirkiyeyê cih digirin û tê gotin ku divê ji bo rawestandina dîktatoriya Tirkiyeyê zext lê bê kirin, nexwe Tirkiye bi lez û bez ber bi şerekî navxweyî ve diçe.