Danişîna doza bi hinceta beşdarî çalakiyên 4’ê Nîsanê bûn a derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Aysel Tugluk de hatibû vekirin, ji ber kêmasiyên di dosyeyê de hat taloqkirin.

8’emîn danişîna doza bi hinceta beşdarî çalakiyên 4’ê Nîsanê bûn a derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Aysel Tugluk de hatibû vekirin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Tuncel û Tugluk ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Kandira Kocaelî tên girtin, beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên siyasetmedaran beşdarî danişînê bûn. 

Şandeya dadgehê, ji ber kêmasiyên di dosyeyê de, danişîn taloqî 21’ê Cileya 2019’an kir.