Li Stûttgartê ya Elmanyayê doza ku Kurdistanî dihatin darizandin berdewam kir. Lixwemikurhatî yê dildar Ridvan O. di danişîna dawî de gef li yên ku têne darizandin xwar ku li Kurdistanê ziyanê bide malbatên wan û tolê hilîne.
Li Stûttgartê ya Elmanyayê danişîna 6 Kurdistaniyan, ku 4 lê li Girtîgeha Stamheîmê girtî têne darizandin û 2 jê bêyî girtî têne darizandin didome. Danişîna 35’an a Veysel S., Agît K., Ozkan T. yên girtî û yên Cîhan A., Evrîm A ne girtî Pêrşemdê saet 09.00’an li hêwana Girtîgeha Stamheîmê pêk hat.
Parêzera Evrîm A. pirs ji lixwemikurhatî Ridvan O. kir. Ridvan O. got, ‘nizanim’. Piştî ku şandeya dadgehê îfadeya li polîsan a Ridvan O. bi bîr xist, got, ”Ji ber ku naxwazim bersivê bidim, nizanim.”
Mahkemede itirafçı Rıdvan Ö. davada yargılanan Kürdistanlıların ailelerini tehdit etti.
Li dadgehê Ridvan O. gef li malbatên Kurdistaniyên xwar.
Ridvan O. got di daraza Tirk de xalekî wî heye dozger an jî serdozger e û got heke serî li wî bide ew dikare malbatên kesên ku têne darizandin li Tirkiyê bide girtin.
Parêzerê Kurdistaniyan Martîn Heîmîg got divê êdî şandeya dadgehê guh nede Ridwan O. ku polîs û dozgeran pir hêviya xwe pê ve girêdabûn û kirine nav bernameya berevaniya taybet a şahidan, ji ber ku îfadeyên wî li hev nekin.
Heîmîng got li cem şandeya dadgehê jî pêbaweriya Ridvan O. yê lixwemikurhatî nema ye.
Danişîna dozê taloqî 8’ê Çile yê 2020’an bû.