Danişîna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a ji ber ku li Mêrsînê bertek nîşanî polîtîka û gotinên zayendperest ên AKP’ê yên li dijî tundiya jinan da û rexne kir, tê darizandin bi hinceta “SEGBÎS xerabeya” hat taloqkirin.
7’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a bi îdîaya “Bi zanebûn hikûmet û Komara Tirkiyeyê biçûk xistin” û “Gel sewqî dijminantî û kînê kirin” hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Eslî ya 10’emîn a Mêrsînê hat dîtin. Di dozê de 5 sal cezayê girtîgehê ji bo Tuncel tê xwestin.
Parêzerên Tuncel beşdarî danişînê bûn. Tuncel jî, dê ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibûya, lê bi hinceta SEGBÎS xerabeye Tuncel beşdarî danişînê nebû.
Li ser vê yekê parêzerên Tuncel, xwestin danişîn bê taloqkirin. Şandeya dadgehê li ser vê yekê danişîn taloqî 18’ê Sibata 2019’an kir.