Aqûbeta Peymana Nukleerê hîn jî nediyar e ku slaa 2015’an de di navbera Îranê û welatên rojavayî de hatibû îmzekirin. Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp sala 2018’an xwe ji peymanê vekişandibû. Ji bo peyman mîna berê ji nû ve bikeve meriyetê, hewldan dewam dikin. Piştî ku pêkanîn ji nû ve lê hate ferzkirin, Îranê heta astekê dest bi hilberîna nukleerî kiribû.

BIRYARA PARLAMENTA ÎRANÊ

Parlamenta Îranê ku muxafazakar lê serdest in, meha Kanûnê biryarek da ku ev biryar, danûstandinan zehmet dike. Parlamentê biryar dabû ku protokola li Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî hate zêdekirin, bê rawestandin.

Bi vê biryarê re her wiha madeya ku navendên nukleerê yên Tehranê ji lêkolîna çavdêrên siyasî re vedikin jî betal dike. Parlament dixwaze, madeya navborî heta rawestandina pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê, bê rawestandin. Ev biryar wê ji 23’ê Sibatê û pê ve bikeve meriyetê û karên nukleerî yên Îranê wê êdî nikaribe bê şopandin.

DÎREKTORÊ IAEA’YÊ DIXWAZE BIÇE TEHRANÊ

Bi destpêkirina serdema serokatiyê ya Jeo Bîden re ku soza vegera li Peymana Nukleerê dabû, hêviyên li ser mijarê zêde bûn, lê hîn jî çareserî peyda nebûye.

Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ku di çareserkirina pirsgirêkê de navbeynkariyê dike Gafael Grossî jî diyar kir ku biryara 23’ê Sibatê jê re hatiye ragihandin. Grossî dema ku rapor pêşkêşî nûnerên welatên endamên IAEA’yê dikir, ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dibe ku biçe Tehranê.

Lê belê Grossî agahî neda ku ev serdan kengî pêk were yan jî Îranê qebûl kiriye yan na. Grossî cara destpêkê û ya herî dawî di Tebaxa 2019’an de çûbû Tehranê.