Piştî darbeya pêr a li Gîneyê, darbekaran ragihandibûn ku Serokdewlet Alpha Conde girtine. Darbekaran saziyên dewletê hemû betal kirin.
Darbekaran bang li wezîrên ji wezîfeyê hatine xistin hemûyan kir û li Qesra Gel civînek bi wan re lidar xist. Darbekaran ranegihandin ku wê rêveberiyeke çawa pêk bînin û xwe weke raperînekê ragihandin.
Ji berpirsyarên Hêzên Taybet ên Gîneyê Serhend Mamady Doumbouya daxuyaniyek bi dîmen parve kir û diyar kir ku “Ji ber rewşa xitimandî ya aboriyê, karên ne li rê û xizaniyê, bikaranîna edaletê mîna amûrekê û binpêkirina mafên mirovan” serokdewlet girtine.
Darbekaran dîmenekî Alpha Conde jî weşandin û gotin, ew dixwazin “siyasetê radestî gel bikin.”
Darbekaran diyar kirin ku hikumeta bi pêşengiya serokdewlet Alpha Conde ji bo karibe cara sêyemîn bê hilbijartin destûra bingehîn û sazî guhertine û destnîşan kirin ku çalakiyên şermezarkirinê yên ku bi mehan dewam kirin bi rengekî giran û bi xwîn hatine tepisandin.
Darbekaran ragihandin ku wê pêvajoyeke derbasbûnê hebe, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û sînor jî hatine girtin.
Danê êvarê jî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku wezîfedarên li ser kar hemû ji wezîfeyê hatine girtin, li şûna wan hatine wezîfedfarkirin, her wiha bang li walî, qeymeqam, rêveberên herêmî û leşkeran hate kirin ku karê xwe dewam bikin.