Li Efrîkayê ku nifûsa xwe zêde dibe, ji bo amadekirina qadên çandiniyê daristan tên şewitandin. Ev yek li gorî parzemînên din herî zêde li Efrîkayê rû dide.
Daristan, ku li dijî germahiya global di parastina cîhanê de xwedî roleke girîng e, her roj bi hincetên cuda tên tinekirin. Tevî ku salên dawî şewat û birîna darên li Amazonan di rojevê de be jî tê gotin ku daristan herî zêde li Efrîkayê tên şewitandin û talankirin.
JI BAŞÛRÊ EMERÎKAYÊ BÊHTIR TÊ TALANKIRIN
Li gorî rapora salane ya Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Cîhanê (FAO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), li parzemîna Efrîkayê salane 2,6 milyon hektar qada daristanî ji holê tê rakirin. Ev yek ji talankirina daristanên li Başûrê Emerîkayê gelekî zêdetir e.
Di rapora FAO de li ser Rewşa Daristanan hate ragihandin ku bi zêdebûna nifûsê re cotkar ji bo qadên çandiniyê zêde bikin, daran dbirin û daristanan ji holê radikin.
Hate destnîşankirin ku şîrketên biyanî yên razemeniyê li parzemînê dikin, dibin sedem ku daristan hîn bêhtir bê talankirin.
NÊZÎ 4 MILYON HEKTAR QADA DARISTANÎ TINE DIKIN
Li gorî raporê, talana daristanan bi giranî li herêmên daristanên tropîkal dibe. Ev daristan 90 ji sedî daristanên salane tên talankirin.
Li gorî rapora nirxandinê, li Efrîkayê salane derdora 3.9 milyon hektar qada daristanî tê talankirin. Li Başûrê Emerîkayê jî nêzî 2.6 milyon hektar qada daristanî hatin tinekirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku li her du parzemînan qadeke daristanî ya bi qasî Gurcistanê mezin e tine bûye.
Li gorî raporê li tevahiya cîhanê salane 10 milyon hektar qada daristanî ji ber sedemên cuda tê talankirin.