Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Morgan Ortagûs diyar kir, dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e.
Ortagûs ji çapemeniyê re axivî û got, “Dûrxistina hilbijartiyan û bicihkirina nehilbijartiyan li şûna wan timî cihê fikaran e.”
Ortagûs destnîşan kir ku ew alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û xweşbînî bê çareserkirin.
Ortagûs got, “Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pîvana demokrasiyê vê meseleyê çareser bike û bi Kurdan re di têkiliya xwe de her tim bi xweşbînî nêzîk bibe.”