4 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re çûn. Hê jî dadmendî pêk nehatiye. Ên mane dibêjin ew ê têkoşînê bidomînin.
Çagla Seven yek ji wan kesan bû beriya bi 4 salan ji bo ku pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibe diçûne Pirsûsê. 20’ê Tîrmeha 2015’an, dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê, ji teqîna ku 33 kes qetil kirin bi bîrîndarî filitî.
4 sal di ser re derbas bûn lê doza têkilî Pirsûsê neqediya. Lê jiyana Çagla Seven û gelek kesan weke berê nema.
XWESTINA DADMENDIYÊ RÊYA REHETBÛNÊ YE
Seven dibêje, ‘’Ez ji Pirsûsê mîna ew kesa berê venegeriyam. Ez dixwazim eynî kes bim, wê jî nizanim’’ û dibêje, ‘’îhtîmaleke aştiyê hebû, ez wê dixwazim’’.
Seven li gel 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar ji teqînê xilas bûne têkoşîna xwe didomîne, dibêje, ‘’Xwestina dadmendiyê rêyeke rehetbûnê ye. Piştî travmayeke wiha mezin, bi ketina nav malê de, bêyî ku tiştekî bikim bawer nakim ku rehet bibim. Ji hêla civakî ve jî, bêyî ku mirov dadmendiyê bixwaze mirov nikare rehet bibe. Ev doz ne tenê doza mn, an jî malbatên Pirûsê ye, ji ber ku hedefeke wê ya başiya civakî hebû.’’
DI 18 MEHAN DE TIŞTEK NEHATE KIRIN
Doza Pirsûsê heta niha gavekê jî bi pêş ve neçûye, Seven bi bîr dixe ku piştî 18 mehan biryara veşartinê ya li ser dozê rabûye lê li gel vê jî doz gavekê jî bi pêş ve neçûye û wiha dibêje :’’Em nizanin bê ka di 18 mehan de çi hatiye kirin. Di rewşeke wiha de ku hê jî çavê piraniya civakê li ser dozê ye, guhê wê li ser dozê ye, birîndar li nexweşxanê ne û mirov rehet nebûne, bi rengekî doz ji ber çavê her kesî hate dûrxistin.’’
PIŞTÎ 4 SALAN TOMARÊN BÊTÊLÊ Û KAMERAYÊ XWESTIN
Seven dibêje dozê ji civakê îzole dikin û wiha dadmendiyê bi derengî dixin û mînak nîşan dide ku di dadgeha dawî de ji nû tomarên bêtêlê û kamerayê hatine xwestin. Seven dibêje, ‘’Tomarên bêtêlê nû dixwazin. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûne lê nû dixwazin. Tomarên mobesayê gihaştine destê me lê 5 saetên wê kêm in. ‘’
DIVÊ EM BIBÊJIN
Çagla Seven dibêje bi vê darizandinê ew pê dizane ku dadmendî bi temamî wê pêk neyê, mesele di wijdanê civakê de divê were çareserkirin û didomîne, ‘’Helbet, ev tenê bi darizandine çareser nabe. Ev meseleyeke civakî ye. Jixwe ya ku tê xwestin ew e ku li wan hêwanan asê bikin û bidin jibîrkirin. Cezayê miebetê bidin cîhadîstekî nizam bi asta çendan û wiha bêyî ku wijdanê civakê rehet bikin dixwazin ser mesele bigirin. Li vir a girîng ew e ku mirov biçe wan deran û tiştên ku em jiyane em vebêjin. Weke her sal di salvegerê, an jî di mehvegerê de em dikin. Têkoşîna esasî ew e ku em ên ku ev jiyane vê bibêjin û di wijdanên civakî de cih vekin. ‘’
DIVÊ EM BI ÊŞÊN XWE RE HEVRÛ BIBIN, DIVÊ DEWLET HESAB BIDE
Seven bi berdewamî dibêje dadmendiya rastîn wê bi hevgirtina civakî û bi hevrûbûnê bibe û got divê dewlet jî hesab bide. Seven got, ‘’Divê em bi êşên xwe re hevrû bbibin. Divê em bala xwe bidin ser alaya dadmendiyê jî. Ev neqenciya ku bi destê mirova hatiye kirin helbet hêrsa mirov raidke. Ji ber vê, ji bo ku bi rengekî bi tendiristî were kirin divê mirov hesab biprise. Helbet em deyndarî wan 33 kesan in ku mirine. Xwekujekî zindî kete nav wan û bi qeleşî ew qetil kirin..Di hiqûqa ti şerî de ev tine. Di şer de mirov bi çekan bi hev re şer dikin. Di dest me de ne çek, pêlîstok û pirtûk hebûn. Me hemûyan dît ku vê rêxistinê li Rojhilata Navîn çi kir. Ev çete bi carekê re çênebûn, rêyên van yên jê derbas dibûn hebûn. Yek ji van çeteyan k udi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de yel i xwe mikur hatiye. Vî kesî gotiya di komkujiya Pirsûsê de bi dewletê re axivîne. Divê lêkolîna van were kirin. Dewleteke ku divê aştî û ewlehiya civakê pêk bîne çawa dibe ku bi rêxistineke teröre re ku bûye bela serê cîhanê re rûne? Ez bi birîndariya xwe bersiva vê pirsê dixwazim.’’


